Li Iraqê nerazîbûnên li dijî destdirêjî û dagirkiriya Tirkiyê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Derbarê vê yekê de siyasetmedarên Iraqê, diyar kirin Iraq daxwaza derketina hêzên biyanî ji axa xwe dike û gotin: “Ji bo bicihkirina hêzên parastina sînor di navbera Iraq û Tirkiyê de xebat tê kirin.
Dê valahiya ewlehiyê li wê navçeyê tijî bikin û di pêşerojê de rê li ber hincetên Tirkiyê ji destdirêjiyên li ser xaka Iraqê bigire.”
Li Iraqê nerazîbûnên li dijî destdirêjî û dagirkiriya Tirkiyê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Derbarê vê yekê de siyasetmedarên Iraqê axivîn û diyar kir ku hemû welatiyên Iraqê bi awayekî tund nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirkiyê didin.
“Iraq daxwaza derketina hêzên biyanî ji axa xwe dike”
Rêveberiya Dewletê ya pêkhateya Sunî û Berdevkê Eşîrên Nînewa Şêx Muzahim El-Hiweyît, anî ziman ku Tirkiyê çekdarên Sûriyê yên bi navê Artêşa Azad anîne Iraqê û got:
“Ev çeteyên dewleta Tirk bûne hêzên serdest li Iraqê.
Ji ber ku ji her 100 leşkerên Tirkiyê tenê 10 leşker Tirk in û 90 leşker Sûrî ne.
Ev jî metirsiyek e mezin ji bo gelê Iraqê çêdike.
Ji ber ku hebûna Tirkiyê dibe dagirkirina sîstematîka li ser axa Iraqê. Iraq daxwaza derketina hêzên biyanî ji xaka xwe dike.”
“Tirkiyê ji aloziyên Iraqê sûdê digire û hewl dide li tevahiya Iraqê serwer be”
Cîgirê Serokê Navenda Bexdayê ya Pêş xistina Qanûn û Aborî û Serokê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mihdî, da zanîn ku li Tirkiyê gelek netewe dijîn û ev yek anî ziman:
“Lê dewleta Tirk her dem dijminiya Kurdan ên ku daxwaza azadî û aşitiyê dikin, dike.
Her wiha dijminiya Partiya Karkerên Kurdistanê dike.
Tirkiyê ji aloziyên Iraqê sûdê digire û hewl dide li tevahiya Iraqê serwer be.”
“Hêzên siyasî yên Iraqê û bi awayekî fermî hebûna hêzên dagirker red kirine”
Elî Mihdî, diyar kir ku hêzên siyasî yên Iraqê û Encumena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê bi awayekî fermî hebûna hêzên dagirker red kirine û wiha domand:
“Li dijî dagirkeriyê nerazîbûn bi pêngavên cuda ên sivîl berdewam dikin.
Ji ber vê her roj sivîl dibin qurban.”
Mihdî anî ziman ku tevgerên Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê serdana Hewlêrê kiriye û got:
“Ji bo bicihkirina hêzên parastina sînor di navbera Iraq û Tirkiyê de wê xebatên xwe pêk bînin.
Dê valahiya ewlehiyê li wê navçeyê tijî bikin û di pêşerojê de rê li ber hincetên Tirkiyê ji destdirêjiyên li ser xaka Iraqê bigire.”



