Di 297 rojên şerê Îsraîl û Hemasê de hejmara miriyan gihişt 39 hezar 363 kesan.
Her wiha leşkerên Îsraîlê danê sibehê avêtin ser kampa Penaberan a ed-Dehiyşe ya li Beytlehmê û li malên Filistîniyan lêgerîn kirin.
Li aliyê din rêvebirê Mossad ji bo plana agirbestê li Xezayê bi nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Misir û Qeterê re civiya.
Di 297 rojên şerê Îsraîl û Hemasê de ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ve bîlançoya dawî hat ragihandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de 39 kesan mirin û 93 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê da zanîn ku hejmara miriyan derket 39 hezar û 363’yan û hejmara birîndaran jî derket 90 hezar û 923’yan.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Hêzên Îsraîlê li Beytlehmê bi dehan Filîstînî binçav kirin
Ji aliyê din vê leşkerên Îsraîlê danê sibehê avêtin ser kampa Penaberan a ed-Dehiyşe ya li Beytlehmê û li malên Filistîniyan lêgerîn kirin.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, hêzên Îsraîlê bi dehan Filistînî binçav kirin.
Şahidan diyar kirin ku leşkerên İsraile bersiva Filistiniyan dan û raste rast gule û xaza rondikrêj bikar anîn.
Her wiha leşkerên İsrailê li navenda buyerê ya ku li dora kampe hatiye avakirin hin Filistiniyan serbest berdan.
Li hêleke din hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê danê sibehê avêtin ser bajarên Hebron, Tulkerîm û Ramallahê yên Şerîeya Rojava.
Plana agirbestê Xezayê
Ji aliyê din ve nûnerên Mossad, CIA, Misir û Qatarê li Romayê hatin cem hev.
Dîrektorê îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad David Barnea roja Yekşemê li Romaya Îtalyayê bi danûstandinên payebilind ên Amerîkay, Misir û Qeterê re hevdîtin kir û li ser agirbesta li Xezayê gotûbêj kir.
Rêvebirê Mossad, Cia, Misir û Qeter li Romayê civiyan
Hat diyarkirin ku Midûrê Îstîxbarata Derve ya Amerîkayê (CIA) William Burns jî beşdarî civînê bûye.
Îsraîl roja Şemiyê planeke nûjenkirî ya derbarê peymana berdana dîlan bi Hamasê re pêşkêşî Qesra Spî kir.



