Hevseroketiya rêxistina PYD’ê ya Girê Spî bang li gelê Kurd kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya tirkiyê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re di siyasetên qirkirina Kurdan de bigrin û gotin: “Dagirkeriya Tirk û PDK’ê hewl didin bi şandina çeteyên DAIŞ’ê demografiya herêmê biguherînin û wê dagir bikin.
Pêwîste gelê Kurd asta têkoşîna xwe bilind bike û planên xiyaneta PDK’ê têk bibe.”
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê didomin.
Li hember vê jî hevseroketiya rêxistina PYD’ê ya Girê Spî bang li Kurdan kir ku helwesteke cidî û xurt li dijî hevkariya PDK’ bi dewleta tirk a dagirker re nîşan bidin.
“Pêwîste gelê Kurd asta têkoşîna xwe bilind bike”
Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Girê Spî Sebrî Nebo hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re di siyasetên qirkirina Kurdan de şermezar kir û got:
“Ez berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad – Star (YJA-STAR) a li hember hewldanên qirkirin û dagirkirina xaka Başûr silav dikim.
Pêwîste gelê Kurd asta têkoşîna xwe bilind bike û planên xiyaneta PDK’ê têk bibe.”
“Divê Iraq helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bide”
Her wiha Nebo bang li hikumeta Îraqê kir ku helwesteke cidî li hemberî binpêkirina serweriya wê ya li ser axa Iraqê nîşan bide û wê binpêkirinê rawestîne.
Hevseroka rêxistina PYD’ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze PDK’ê bike amûra pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê û wiha domand:
“Her wiha dixwazin herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bikin, ku bi wê re projeya demokratîk a ku li herêmê tê meşandin têk bibin.”
“Dagirkeriya Tirk û PYD’ê hewl didin demografiya herêmê biguherînin”
Bêrîvan Îsmaîl gelê Başûrê Kurdistanê hişyar kir û got:
“Dagirkeriya Tirk û PDK’ê hewl didin bi şandina çeteyên DAIŞ’ê demografiya herêmê biguherînin û wê dagir bikin, mîna ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê kirine.
Ji ber wê jî divê hûn metirsiya van planan nas bikin û li hember wan bisekinin.”
Bêrîvan Îsmaîl berxwedana gerîlayan silav kir û banga destekdayîna vê berxwedana leheng kir.



