Hemwextî êrişên Israîlê li dijî Bareghên Hêzên hikûmeta Şamê li Derayê, li heman parêzgehê, komeke çekdar a nenas êrişî hêzên Şamê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Enxel ê li bakurê Derayê şer di navbera komeke nenas û Hêzên hikumeta Şamê de derket.
Li gor SOHR’ê, sedema şer ew e ku hêzên Şamê jinek û zarokên wê, çaxa diçûn Libnanê revandine.
Xelk û rûspiyan muhlet da hikûmeta Şamê qene wan serbest berde, lê daxwaza wan bi cih neanî.
Lewra, wê komê êrişî navenda ewlekariyê ya hêzên hikûmeta Şamê kir û şer bi çekên sivîk û navîn derket.



