Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja xwe ya 375’an de bi koma 74’an didome.
Ji bo dewrgirtinê xelkê wargehê li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kombûn û bi merasîmekî koma nû çalakî dewrgirt.
Dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî dewgirtinê li ser navê koma 73’an, çalakvana bi navê Taybet Mijinî axivî û tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got:
“Têkoşîna li dijî tecrdê, em slav dikin. Tecrîd dijî mafê mirovane.
Em tenê dikarin bi berxwedanê tecrîdê bişkînin, cuda ti rê nînin.
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên dewrî koma 74’an a Komîteya Tenduristiyê hat kirin.



