Siyasetmedar Selman Şebîb anî ziman ku li pey israra Erdogan a asayîkirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re armancên xirab hene û got: “Erdogan ji asayîkirina têkiliyan armanc dike şerekî di navbera Şam û QSD’ê de derxe, dagirkeriya xwe bi hêz bike û polîtîkaya xwe ya îlhaqkirinê berdewam bike.
Şebîb li dijî armancên dewleta Tirk banga diyalogên navxweyî kir.
Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Pêşî Sûriye) Selman Şebîb hewldan û israra serokkomarê dewleta Tirk a dagirker a asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, ji ANHA’yê re nirxand.
Selman Şebîb anî ziman ku di her gavek ber bi asayîkirinê de astengî hene û got:
“Bawer nakim heta niha tu gavên cidî di rêgeha normalîzekirin an nêzîkbûna Sûriye û Tirkiye de hatine avêtin.
Di navbera her du aliyan de bawerî nin e, lê guman hene.
Bi her gavek li ser rêya normalîzkirinê de wê mayin û astengî hebin û dem di nava hurguliyan de bê windakirin.”
Şebîb diyar kir ku gelek astengî li pêşiya asayîkirina têkiliyên hikumeta Şam û Enqereyê hene û wiha şîrove kir:
“Astengiya herî girîng şertên ku her du alî bi rêya Rûsya an bi rêya civînên li ser astên ewlehî û siyasî yên bi rêya daxuyaniyan danîn.
Şam û Enqere bixwazin jî lê qebûl nakin şertan pêk bînin.
Hin şert di merc û rewşên heyî de ne gengaz in werin pêk anîn.”
Selman Şebîb: Divê Şam û QSD diyalogên rasteqîn pêk bînin
Şebîb diyar kir ku armancên rasteqîn ên Erdogan sepandina dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê û domandina polîtîkayên tirkkirina herêmê ne û wiha pê de çû:
“Li pey israra Erdogan niyetên xirab û mayinên mezin hene.
Niyeta rasteqîn a Erdogan ew e li herêmê ber bi şerekî leşkerî navbera artêşa Sûrî û QSD’ê ve bikişîne.
Ji bo vê yekê jî divê her du alî (Şam û QSD) hên bêtir zane û hişyar bin û di zûtirîn dem de diyalogên rasteqîn pêk bînin da ku tevahî pirsgirêkên heyî çareser bikin.”
Selman Şebîb: Erdogan dê her nêzbûnekê ji bo metîngeriyê bikar bîne
Selman Şebîb îşaret pê kir ku Erdogan dev ji armanc û planên xwe yên aşkera ên li Sûriyeyê bernade û got:
“Erdogan dê her nêzîkbûneke bi Sûriyeyê re ji bo xizmeta çavnebarî û planên xwe yên dijminane yên mêtîngeriyê bi kar bîne.
Îsbata herî li pêş tirkirina herêmê, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina komên çeteyan li şûna wan û bi desteka Qeterê avakirina mêtîngehan e.”



