Di hilbijartinên serokkomariyê yên Venezuelayê de encamên nakok derketin û li welêt xwepêşandan destpêkirin.
Li hin herêman wêneyên Serokkomar Maduro hatin rakirin û şewitandin, lastîk, otomobîl û çop jî hatin şewitandin.
Di bûyeran de kesek bi guleyan jiyana xwe ji dest da û 46 xwepêşander jî hatin binçavkirin.
Di hilbijartinên serokkomariyê yên Venezuelayê de encamên nakok derketin.
Muxalefetê li hember daxuyaniya ku Serokomar Nicolas Maduro di hilbijartina serokomariyê de bi ser ket, îdia kir ku “sextekarî” ye û îdia kir ku namzetê muxalefetê Edmundo Gonzalez ji sedî 73,2 ê dengan stendiye.
Li ser vê yekê bi hezaran kes herikîn Karakasê û bi kîlometreyan ji taxên derdora bajêr heta Koşka Serokomariyê meşiyan.
Li paytexta Venezuelayê rojek piştî ku Serokkomar Nicolas Maduro ragihand ku ew di hilbijartinên serokkomariyê de ji bo gera xwe ya sêyemîn bi ser ket, xwpêşandan dest pê kirin.
Partiyên muxalefetê li pişt Gonzalez bûn yek ji bo ku Serokkomar Maduro yê ku 11 sal in li ser desthilatdariyê ye, di nava nerazîbûnên berfireh ên li ser krîza aborî ya welêt de ji kar derxînin.
Li kolanên Karakasê hêzeke leşkerî û polîs, ji bo ku xwepêşanderan ji hev belav bikin û nehêlin ku ew nêzîkî qesra serokkomariyê bibin.
Di dîmenan de tê dîtin ku li ser rêyan lastîk şewitandine, gelek kes li kolanan dikevin û polîsên motorsîkletê jî gaza îsotê diavêjin.
Li hin herêman wêneyên Serokkomar Maduro hatin rakirin û şewitandin, lastîk, otomobîl û çop jî hatin şewitandin.
Di xwepêşandanan de kesek mir
Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, li parêzgeha Yaracuyê di navbera çalakvanên ku dixwestin encamên hilbijartinê protesto bikin û polîsan de pevçûn derket.
Di bûyeran de kesek bi guleyan jiyana xwe ji dest da û 46 xwepêşander jî hatin binçavkirin.
Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê Vladimir Padrino Lopez diyar kir ku di çalakiyan de 23 leşker birîndar bûne.
Padrîno Lopez, diyar kir ku hin leşker bi guleyên çekan birîndar bûne û got:
“Em rê nadin ku welat vegere tarîtiya salên 2014, 2017 û 2019’an. Divê gavek şaş neyê avêtin.”
Venezuella-Maduro di hilbijartina serokkomariyê de biser ket



