Di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de, lîderê Rûsyayê Pûtîn gef xwar ku eger Amerîka li ser plana xwe israr bike, dê hilberîna mûşekên navîn menzîl ên nukleerî ji nû ve dest pê bike.
Hikûmeta Almanyayê bersiv da gotinên Putîn ku gef li Berlînê xwaribû û got: “Daxuyaniyên bi vî rengî me natirsînin û ji bo ewlehiyê xwe divê bertek nîşanî vê yekê bidin.”
Hikûmeta Almanyayê bersiv da gotinên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ên ku derbarê plana danîna mûşekên dûravêj ên Amerîkayê li ser axa Almanyayê gef li Berlînê xwaribû.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Almanyayê got:
“Daxuyaniyên bi vî rengî nikarin me bitirsînin.
Rejîma Pûtîn bi salan e bi çeka nukleerî xwe biçek dike û li hember Ewropayê jî şerê êrîşkariyê dimeşîne.
Li Ewropayê ji bo ewlehiyê divê bertek nîşanî vê yekê bidin.
Berdevka Demkî ya hikûmetê Christiane Hoffmann jî tekez kir ku mûşekên dûravêj ên Amerîkî ku plan dikin li Almanya werin bi cîh kirin “tenê li dû rêgirtinê ne.”
Di daxuyaniya xwe ya 10’ê Tîrmehê de, di civîna bilind a NATO’yê ya li Washingtonê de, Amerîka û Almanyayê ragihandin ku wan li ser şandina mûşekên dûravêj ên Amerîkayê ji sala 2026’an ve bo Almanyayê li hev kirine.
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku tê plankirin ku SM-6 ku menzîla wê ji moşekên heyî yên li Ewropayê dirêjtir e û moşekên cureya Tomahawk ku menzîla wan 2 hezar û 500 kîlometro ye û moşekên hîpersonîk ên ku niha hene bên bicihkirin.
Gabriel: Di raya giştî de bi têrkerî nehat nîqaşkirin
Ragihandina peymanê ji raya giştî ya Almanyayê re li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de bû sedema bertekan.
Di dawiyê de piştî gefên Pûtîn, yek ji wezîrên derve yên berê Sigmar Gabriel axivî.
Sigmar Gabriel diyar kir ku ev mijar têra xwe di raya giştî ya Alman de nehatiye nîqaşkirin û got:
“Ya ku min aciz dike ne mebesta bicihkirina moşekan bi xwe ye.
Li Almanyayê li ser vê mijarê bi têrkerî nehat nîqaşkirin.
Yek ji serokên berê yên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Gabriel, destnîşan kir ku divê raya giştî sedemên vê bicihkirinê fêm bike da ku bi pergalên çekan ên bi vî rengî hêza parastin û bergiriyê zêde bibe.
Olaf Scholz jî fikarên ku piştî ragihandina planê wê di navbera Rûsya û Almanyayê de zêde bibin red kir.
Putin derbarê bicîhkirina moşekan li Almanyayê hişyarî da DYA’yê



