Amerîka doh pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ya 1.7 milyar dolarî ji Ukraynayê re ragihand.
Ev alîkarî dê cûrbecûr cebilxaneyên parastina esmanî, guleyên topan, cebilxaneyên roketavêjên HIMARS û hejmareke mezin ji çekên dij-tank pêşkêşî Ukraynayê bike.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorskî anî ziman ku bi Rûsyayê re aştî pêk nayê, divê ne bi tawîzan bi hêzê bersiva Rûsya bê dayîn.
Amerîka doh pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ya 1.7 milyar dolarî ji Ukraynayê re ragihand.
Di nav de cebilxaneyên parastina asmanî û topên ku hêzên Ukranî dibêjin ku ew pir hewcedar in.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de hat diyarkirin ku di pakêtê de 200 mîlyon dolar alavên ku dê ji depoyên leşkerî yên Amerîkayê bên derxistin heye.
Ev alîkarî dê cûrbecûr cebilxaneyên parastina esmanî, guleyên topan, cebilxaneyên roketavêjên HIMARS û hejmareke mezin ji çekên dij-tank pêşkêşî Ukraynayê bike, di nav wan qebîliyetên din ên ku dê li hember êrişên Rûsî biparêzin.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ew ji bo alîkariya hevtayê xwe yê Amerîkayê Joe Biden, Kongre û gelê Amerîkayê gelek spasdar in.
Duh, Zelenskiy serdana hêzên taybet li herêma sînorî ya Xarkiv kir, cihê ku hêzên Rûsî di meha Gulanê de dest bi operasyoneke bejahî kiribûn, lê pêşkeftinek girîng bi dest nexistin.
Amerîka piştgirek leşkerî ya sereke ya Ukraynayê ye.
Ji dema ku Rûsya di Sibata 2022’yan de dest bi êrîşê kir, soza ji 55 milyar dolarî zêdetir çek, cebilxane û alîkariyên leşkerî yên din da.
Rûsyayê duh ragihandibû ku hêzên wan gundekî li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.
Artêşa Ukraynayê duh ragihand ku wan şeş êrîşên Rûsî li ser xeta eniya Xarkîvê di roja borî de têk birin.
Sikorski: Ji Rûsyayê re ne bi tawîzan bi hêzê bersiv bê dayîn
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Rado-slaw Sikorskî derbarê helwesta Rûsyayê de nirxandin kir.
Radoslaw Sikorskî anî ziman ku ne gengaze ku bi Rûsyayê re aştî pêk were û got:
“Rûsya dixwaze ji êrîşên xwe sûd werbigire.
Ji ber vê li hember Rûsyayê ne bi tawîzan bi hêzê bersiv bê dayîn.”
Wezîr bal kişand ser vê yekê ku armanca Pûtîn ew e ku bi şert û mercên xwe bigihêje aştiyê û wiha got:
“Armanca Putîn aştî ye, lê li gor şertên xwe, ango di encama teslîmbûna Ukrayna û ji wê baştir teslîmbûna Rojava de.



