Serokomarê Îranê Pezeşkiyan bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad Nehhale û navê duyemîn ê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim re hevdîtin kir.
Pezeşkiyan da zanîn ku welatê wî dê piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê bidomîne.
Her wiha Pezeşkiyan destnîşan kir ku pêşîna Îranê xurtkirina têkîliyan û avakirina sînerjiyê bi welatên Misilman re ye.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Tehranê bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ziyad Nehhale û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim re hevdîtin kir.
Pezeşkiyan di hevdîtina bi Nehhale re da zanîn ku welatê wî dê piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê bidomîne û got:
“Piştgiriya Îranê ya ji bo gelê Filistînê dê ji guhertina hikûmetên li Tehranê bandor nebe.
Piştgiriya ji bo gelê mezlûm Filistînê dê bi heman hêzê bidome û ti sedemek nikare vîna me ya li ser vê rêyê asteng bike.”
Pezeşkiyan bi rêxistinên ku bi Îsraîlê re nakok in hevdîtin pêk anî
Serokê Cîhada Îslamî ya Filistînê Nehhale bal kişand ser girîngiya hevdîtina Serokomarê Îranê bi serokên komên berxwedêr ên Filistînê re.
Nahhale wiha nirxand:
“Ji bo gihandina alîkariyê, erzaq, derman ji bo filîstiniyên li Xezayê hemû rê girtî ne.
Lê ji bo siyonîstan hemû rê ji bo şandina her cûre alîkariyê, alav û cebilxane vekiriye.”
Daxuyaniya piştgirîkirina Hizbullah û komên Filistînî
Serokkomar Pezeşkiyan di hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Qasim de diyar kir ku wan piştgiriya Hizbullah û komên Filistînî yên li dijî êrîş û sûcên Îsraîlê weke erkekî olî dibînin û ev yek ji siyaseta bingehîn a Îranê ye.
Pezeşkiyan ji bo bersivdana li hemberî êrîşên Îsraîlê balkişand ser girîngiya yekîtiya welatên Îslamî.
Her wiha destnîşan kir ku pêşîna Îranê xurtkirina têkîliyan û avakirina sînerjiyê bi welatên Misilman re ye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim destnîşan kir ku Hizbullaha Lubnanê xwe wek zarokê lîderê şoreşa Îranê Ayetullah Xumeynî dibîne û ji bo pêkanîna îdealên şoreşê dê bi erka xwe rabe.



