PENa Kurd xwest girtina Silêman Ehmed bê betalkirin û serbest were berdan.
PENa Kurd jî 3 sal cezayê girtîgehê yê li ser Silêman Ehmed şermezar kir û xwest girtina wî bê betalkirin û serbest were berdan.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêhiqûqiya di dema binçavkirin û darizandinê rojnamevan Silêman de û wiha hate gotin:
“Kiryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê binpêkirina azadiya ramane.
Em bang li dadgehê dikin ku di çarçoveya yasaya rojnamevaniyê de biryara xwe li ber çavan re derbas bike.”



