Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayeke YJA STRAÊ ku li Metînayê şehîd bû eşkere kir û got, Hevrêya me Çîçek Amed bi sekna jinê ya azad û têkoşîn xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayeke li Metînayê şehîd bû eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêya wan Çîçek Amed bi beşdariya li nava refên azadiyê ji bo jiyana azad a gelê xwe têkşoiya û got:
Hevrêya me Çîçek li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû.
Hevrêya me Çîçek di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû.
Bi vê tevlîbûna xwe re bersiva herî bi wate da dijmin û bi vî rengî gava destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt.
HPG’ê di berdewamiya daxuaniya xwe de balkişnd ser têkoşîna şehîd Çîçek û wiha lê zêde kir:
Hevrêya me Çîçek bi sekna jin a azad a di nava jiyanê de û bi wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû.
Bi têkoşîna xwe ya di asta herî bilind de ji hevrêyên xwe re bû mînak, li herêma Metînayê tevlî gelek karî bû.
Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK’ê, darbeyên giran li dijmin xist.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Çîçek Şiya Amed
Nav paşnav: Jiyan Opçîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Hayriye
Navê Bav: Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2024 / Metîna



