Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 10’emîn salvegera fermana çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê nameyek ji Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Muhammed Cemal Reşît re şand.
TJA’yê di nameya xwe de qala yasayên ku parlamentoya Iraqê ji bo şengalê derxstine kir û got:
Parlamentoya Iraqê di sala 2021’an de yasaya jimare 8’an a rizgarbûyên Êzîdî derxist û sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî bi taybet jî jinan weke “sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê” qebûl kir.
Parlamentoya we ji bo ronîkirina qonaxeke tarî ya dîrokê û bidestxistina mafên civakên me û ji bo heqîqetê gaveke giring û hêja avêt.
Lê ne avêtina gavên şênber di dîtin û darizandina sûcdaran, peydakirin û vegerandina Êzidiyên revandî, lêkolîn û tesbîtkirina gorên komî
nirxa vê gava destpêkê ya ber bi edaletê kêm dike.
Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku mafên gelê Êzidî yên civakî-çandî û etno-dînî bi awayekî destûrî misoger bikin.
Divê civaka Êzidî di bin garantiya destûra bingehîn de bê parastin.



