Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pir girîng e.”
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê li navçeya navendî ya Alebanê bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist.
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.
Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe bi nirxandina êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK ê li dijî Başûrê Kurdistanê dest pê kir û wiha anî ziman:
“PDK bi AKP’ê re hevkariyê dike. Îktîdara AKP-MHP’ê di mijara pirsgirêka kurd de tercîhek kir.
Divê gelê kurd li dijî vê rewşê yekitiya xwe ya neteweyî ragihîne.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman wan di hilbijartinên dawî de li Kurdistanê bersiv dan polîtîkayên şer û tecrîdê û wiha dewam kir:
“Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de cihê dîrok lê tê nivîsandin û bi îro dike yek e.
Paradîgmaya me ne tenê li Rojhilata Navîn, ji her devera cîhanê re dibe mînak.
Nekarin bi plana têkbirinê, qeyûm û şer avadaniya civaka Kurdistanê têk bibin.
Daxwaza her kesî, Tirkiyeke bêyî AKP-MHP’ê ye. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de pirsgirêka kurd heye.”
Çigdem Kiliçgun Uçar: Azadiya birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:
“Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pir girîng e.
Pêdiviya îktîdarê bi birêz Ocalan heye. Deriyên Îmraliyê vekin. Bandora birêz Abdullah Ocalan li ser gelên Tirkiyê heye.”
Li hêla din îktîdara AKP’ê ji nivîsên ‘Pêşî Peya’ ya ku şaredariyên me li kolanan nivîsandiye ditirse.
Çigdem Kiliçgun Uçar: Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqeteke û em ê her berz bikin
Êrişî govendên kurdan û dirûşman dikin. Çi bikin jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqeteke û em ê her berz bikin.”
Dema Çigdem behsa Rêber Apo dikir gelek caran axaftina wê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin.
Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Candan Yavuzer û Mehmet Ozkan weke Hevserokên DBP’ê yên Dîlokê hatin hilbijartin.
Kongre, bi gerandina govenda li ber stranên kurdî bi dawî bû.



