Yekitiya Şaredariyan a Kantoan Firatê projeyên xwe yên di plansaziya îsal de pêk tîne.
Di plansaziya îsal a Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê de gelek projeyên xizmetguzariyê hatin diyarkirin.
Der barê plansaziyan de hevseroka Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê Felek Yûsif axivî.
Felek Yûsif diyar kir ku rêyên ku par hatibûn amadekirin lê nihatin qîrkirin, niha tên sererastkirin û qîrkirin.
Felek destnîşan kir ku li bajar û gundên kantona Firatê dê mesafeya 66 kîlometre rê were qîrkirin.
Têkildarî ava vexwarinê jî, projeya avakirina depoya avê ya li gundê Cib El Ferec ketiye qonaxa duyemîn.
hevseroka Yekitiya Şaredariyan a Kantona firatê li ser projeyên Gerînendetiya Avê diyar kir ku ji bo stasyonên avê dê enerjiya tavê werin danîn û bi bîr xist ku di encama êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirekr li ser stasyonên ceyranê de pirsgirêka dabînkirina ceyranê derketin.



