Dr. Gossner diyar kir ku CPT rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi têrkerî nanirxîne.
Dr.Gossner ji komîteyê xwest, gavên şênber biavêje û şert û mercên tecrîdê jî bi rengekî bêalî lêkolîn bike.
Her wiha Dr. Gossner diyar kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê bi cih bîne tine dihesibîne.”
Ji Zanîngeha Bremenê hiqûqnas Dr.Rolf Gossner nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da.
Li tevahiya cîhanê bi sedan kesayetên naskirî, name ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şandin û bang lê kirin ku bi lez serdana Îmraliyê bike.
Yek ji kesayetên ku mohra xwe danî binê nameyê Dr.Rolf Gossner li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Gossner bahsa pêngava nameyan kir ku dane destpêkirin, Tora Piştevaniyê ya Elmanyayê bersivek ji CPT wergirt û got:
“Ev bersiv nîşan dide ku Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne û wê bişopîne.
CPT gelek caran serdana girtîgeha li Îmraliyê kir û rewşa girtiyên lê bûye ‘parçeyek ji diyaloga bi meqamên Tirk re ya komîteyê’.”
CPT li ser meqamên Tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne
Li ser van daxiyaniyên CPT’yê jî Dr.Gossner ev yek anî ziman:
“Mixabin ev bersiv bi wate û têrker nîne.
CPT di mijara başkirina mayinde ya rewşa binçavkirinê de qala gaveke şênber nake.
Ev rewş nîşan dide ku CPT li ser meqamên Tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne.”
Dr. Rolf gossner: tirkiyê biryarê dadgeha mefên mirovan tine dihesibînê
Dr.Rolf Gossner: Tirkiyê biryarê dadgeha mefên mirovan tine dihesibînê
Dr.Gossner diyar kir ku Tirkiyê biryarê dadgeha mefên mirovan tine dihesibînê û wiha pê de çû:
“Tirkiye ku welatekî Konseya Ewropayê ye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku tê de dibêje, nabe ku êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê li kesî bê kirin lê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê bi cih bîne tine dihesibîne.”
Dr.Rolf Gossner: Divê CPT erkên xwe pêk bîne
Dr.Gossner diyar kir ku bi name û banga xwe xwestin ku CPT erkên xwe yê kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên biçûkxistinê hebe biparêzin û got:
“Erkên lêpirsînê yên berfireh ji Komîteya Pisporan a CPT re hatine dayin ku di dema serdana girtîgehan de karibe pêk bîne. Mafê xwe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere.”



