Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerîlaya YJA-Starê Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) ya ku di Tebaxa 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî Şehîd bibû bi merasîmekê hat bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û malbata şehîd Azê Erdal pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtinê dayîşa şehîd Azê Qûmrî Sîdar axivî.
Qumrî Sîdar di kesayeta şehîd Azê Erdal de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û wiha got:
“Serê Serokatî, serê hevalên wê yên di çeperan de li berxwe din saxbe. Şehîd Azê şehîda doza azadiyê ye.
Em bi şahadeta wê serbilindim, şehîd Azê li ser şopa pismamên xwe meşiya û ji hevalên xwe re bû mînak.”
Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû jî têkoşîna Şehîd Azê wiha vegot:
“Şehîd Azê 34 rojan di tûnelan de li berxwe da. Em wek gelê wargehê gelek bi şansin, ji ber ku em xwediyê bi sedan hevalên weke şehîd Azê ne.”
Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna şehîd Azê Erdal hatibû amadekirin hat nîşandan.



