Meclisa Jin a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ermen der barê ferman û komkujiyên ku bi serê civaka Êzidî û Ermen de hatine de semînerek li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dan.
Meclisa Jin a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ermen a bajarê Hesekê der barê komkujiya li ser civaka Êzidî û Ermeniyan de semînerek dan.
Di Semînerê de bi dehan jinên endamên Meclisa Civaka Ermen, partiyên siyasî, Yekîtiya Jinên Ermen û Meclisa Jin a Sûriyê amade bûn.
Semîner ji aliyê endama Meclisa Jin a Sûriyê Sumeya Salih û endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaviriyan ve hat dayîn.
Sumeya Salih diyar kir ku di dîrokê de civaka Êzidî rastî gelek fermanan hatiye û wiha anî ziman:
“Armanc tunekirina hebûna civaka Êzidî ye. Di fermana dawî ya 74’an de civaka Êzidî bi saya felsefeya azad hat xelaskirin û li ser wê esasê jî îro li Şengalê hatiye birêxistinkirin û hêza xwe ya parastinê ava kiriye da ku rê li ber fermanan bigre û xwe biparêze.
Di her komkujî û fermanên ku pêk hatin de jin rastî tecawizê hatin, hatin revandin û êşên mezin kişandin, ji ber ku dixwazin bi riya jinan civakê tune bikin.”
Endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Civaka Ermen ، Losnak Kaviriyan jî derbarê komkujiyên ku bi serê gelan pêk hatine ev agahî dan:
“Di sala 1915’an de bi destên Osmaniyan komkujî bi serê gelê Ermen û Aşûr de pêk hat û heya roja îro jî bandora wê ya neyînî li ser civaka me ya Ermen berdewam dike.
Civaka Ermen di nava pêkhateyan de hat pişaftin lê piştî şoreşa Rojava deriyek ji bo her netewa ku winda bûye xwe bibîne û vegere cewhera xwe, zindî bibe hat vekirin.
Me jî di riya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe birêxistin kir û ji bo zindîkirina nasname û hebûna civaka Ermen di nava têkoşînê de ne.
Divê em li hember hemû siyasetan bisekinin, em hebûna Aşûriyan bi vegera erdên xwe û rêxistinbûyîna civaka Ermen û parastina xelkên Êzidî bi hev re bikin da ku em nehêlin dijmin bigihîje armanca xwe û em xwedî li siberoja xwe derkevin.”
Semîner bi nîqaşên li ser xwedîderketina li xak, nasname û hebûna gelan bi dawî bû.



