Rewşenbîrê ji Rojavayê Kurdistanê Biradost Mîtanî der barê planên dagirkeran ên li ser Kurdistanê û girîngiya yekbûna partiyên siyasî yên Kurdan de axivî.
Biradost Mîtanî diyar kir ku divê hemû rewşenbîrên Kurdistanê li dijî dagirkerî û planên dagirkeran gelê xwe hişyar bikin û di xebatên civakî de cih bigirin.
Rewşenbîrê ji Rojavayê Kurdistanê Biradost Mîtanî der barê êrîş û pilanên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û girîngiya yekbûna partiyên siyasî yên Kurdan de axivî.
Biradost Mîtanî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo hilweşandina Kurdiyetê bi her çar dagirkerên Kurdistanê re ketiye nav polîtîkayên hevsengiyê û got:
“Dewleta Tirk dijî şiyarbûna li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye, dijî statûya Rojavayê Kurdistanê ye, dijî azadiya Başûrê Kurdistanê ye.
Ji bo wê rejîma Tirkperest hevsengiyê bi rejîmên hevîrdor re dike, yekîtiyekê çê dike da ku nehelin gelê Kurd azad be.
Plan û armancên van dagirkeran yên dijî axa Kurdistanê û mafê gelê Kurd her digihîjin hev.”
“Erdogan bo armancên xwe yên Mîsaq-î Milî pêk bîne hemû hewildan kirin”
Biradost diyar kir ku ji bo valaderxistina planên nûjên yên ser Kurdistanê îşaret bi yekrêziya mala kurdî kir û wiha berdewam kir:
“Erdogan ji bo armancên xwe yên Misak-î Milî pêk bîne hemû hewildanên xwe kirin.
Di van siyasetên xwe de şikestin, niha jî dixwazin bi rejîma Sûriyê re lihev bikin.
“Neyekbûn dikeve xizmeta dijmin û dagirkeran”
Mîtanî hin encamên pêkneanîna yekitiya Kurd wiha nirxand:
“Mixabin hin partiyên siyasî xwe ji yekitiyê didin aliyekî.
Ji yekîtî û têkçûna desthiladariya xwe ditirsin.
Zerera vê ya herî mezin ew e ku dikeve xizmeta dagirker û dijminan.
“Divê partiyên me li dijî Gerîla bi dewleta Tirk re nebin alîkar”
Mîtanî, li dijî erêkirina PDK`ê ji bicihkirina leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê re helwest nîşan da û wiha pê de çû:
“Em li Rojava li dijî xirabkirina aramiyê û êrişên artêşa Tirk li ber xwe didin lê mixabin bi hezaran hêz li Başûrê Kurdistanê bi cih kirine.”
“Divê rewşenbîr xizmeta civakê bikin”
Rewşenbîr Mîtanî rola rewşenbîran a demê wiha şîrove kir:
“Divê rewşenbîr bi hest û baweriyên xwe welatparêz bin, ne berjewendîperest bin.
Vê siyaseta dagirkeran bi lêv bikin.



