Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan bersiv daye bersiv daye êrişa li gundê Dehla yê Dêra Zorê.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê du bi şev ragihand ku şervanên wan bersiv da guleyên çekdarên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El-Wetenî yên li gundê Dehla yê Dêra Zorê.
Lê belê QSD’ê hûrgiliyên berfireh belav nekirin.
Siyamend Elî: Herêm kontrolkirî ye
Her wekî Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî ji Ronahî TV re got ku devera Dêra Zorê bi giştî li jêr kontrola wan û operasyonê lêgerînê li çend deveran pêk tên.
Her wekî eşkere kir ku planeke mezin hatibû amadekirin, lê belê negihaşt serî.
Sîpan Efrîn: 8 êrişkar hatin kuştin û 16 birîndar bûn
Duh serê sibehê QSD’ê ragihandibû ku çekdarên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El-Wetenî êrişî Rojhilatê Firatê kiribû.
Di encama topbarana wan de, 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûn.
Lê belê Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Efrîn ji Ronahî TV re eşkere kir ku 8 êrişkar hatin kuştin û16 jî birîndar bûn.



