Koçberên civaka Êzidî yên di kampên Başûrê Kurdistanê de, bi metirsiya komkujiyeke nû re rû bi rû ne.
Hat gotin hinek melayên li Behdînanê, gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine.
Piştî van gefan bi hezaran Êzidî bi tirsa komkujiyeke din, berê xwe didin Şengalê.
Lê tê gotin pêşmergeyên PDK li seytereya Pêşxabûr rê liber vegera gel digire û bi hezaran kes li wir asê mane.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bangeke lezgîn ji hikumeta Iraqê xwest ku tedbîrên pêwîst werbigire.
Ji ber gefa êrişan ya li ser kampên koçberên Êzidî yên li Dihokê, bi hezaran Êzidî çadirên xwe ber didin û berê xwe didin Şengalê.
Piştî daxuyaniya berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Qasim Şeşo ku bêrêzî li pêxemberê îslamê kiriye, tê gotin hinek melayên li Behdînanê gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine.
Li gorî agahiyan ji ber vê sedemê, her ku diçe rewşa li wan herêman aloz dibe.
Hat gotin ji ber gefên êrişan, koçberên Êzidî yên li kampên Çemmişîko ya li Zaxo û kampên din ber bi Şengalê direvin.
Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê banga lezgîn: Tedbîran bigirin
Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser ya Şengalê têkildarî hin kesên xwedî hişmendiya DAÎŞ’ê hişyarî da.
Rêveberiya Xweser bi bangeke lezgîn, ji Iraqê xwest destwerdana li rewşê bike û wiha got:
“Di van rojên dawî de civaka Êzidî li Iraqê û bi taybet li Herêma Başûrê Kurdistanê rastî xeteriyê tê. Ji ber hin agahiyên ne rast îro civaka Êzidî ji aliyê melayên Herêma Başûr ve rastî gefan te.”
“Gef û êriş ji aliyê hin kes û partiyan ve bi zanebûn tên kirin”
Rêveberiya Xweser ya Şengalê destnîşan kir ku ev êriş û gotegot tevahî Kurdan temsil nakin, lê belê ji aliyê hin kes û partiyan ve bi zanebûn têne kirin.
Ji ber wê, Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir ku hemû tedbîrên pêwist bigre û got:
“Her tişta ku gelê me rastî were, wê hikûmeta Iraqê berpirsiyar be.”
Her wiha ji bo vegera koçberan jî rêveberiya xweser deriyê Pêşabîrê ji bo civaka Êzidî vekirin.
“Pêşmergeyên PDK li seytereya Pêşxabûr rê liber vegera gel digire”
Li gorî agahiyan rayedarên PDK’ê li nava kempên koçberan yên Êzidî digerin û daxwaz ji wan dikin ku venegerin Şengalê.
Her wiha li gor çavkaniyan, pêşmergeyên PDK li seytereya Pêşxabûr rê li ber vegera gel digire û bi hezaran kes li wir asê mane.



