Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êriş û dagirkeriyên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û jîngeha wê wêran dike.
Nivîskar û rojnamevanên Germiyanê derbarê vê yekê de axivîn û gotin: “Mîna pêvajoya Enfalê, êrişên dewleta Tirk a dagirker jî bi destên navxweyî pêk tên û armanc jî dagirkirina hemû Başûr, Mûsil û Kerkûkê ye.”
Dewleta Tirk a dagirker ji meha Hezîrana îsal ve dest bi êrişeke mezin a dagirkerî û îlhaqa xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.
Di encama van êrişan de gelek gund, bax û daristan wêran kirin, welatî koçber kirin û bi kûrahiya 40 kîlometreyan herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.
Ev jî hemû bi alîkariya PDK’ê tê kirin.
Li ser vê yekê nivîskar û rojnamevanên Germiyanê axivîn.
Rojnameger Karûx Omer: Êrişên dagirkeriyê xeteriyeke mezin li ser Başûr e
Rojnameger Karûx Omer diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk xeteriyeke mezin li ser Başûr e û got:
“Dewleta Tirk ev demeke dirêje bi rêya partiyeke Başûr li xak û dahata Herêma Kurdistanê dinêre.
Dewleta Tirk her ferdekî Kurd weke dijmin dibînin û li tu cihê ku dagir kiriye, venekişiyaye.
Partiyên ku behsa neteweperestiyê dikin, niha alîkariya dagirkeran dikin ku cihên stratejîk radestî dagirkeran bikin û bi dewleta Iraqê re jî li hev kirine.”
Rojnameger Karûx Omer: Dewleta Tirk dixwze Başûr, Mûsil û Kerkûkê dagir bike
Karûx Omer behsa armanca êrişên dagirkeriyê kir û ev tişt anî ziman:
“Armanca van êrişan ne tenê PKK ye, belkû çavê dewleta Tirk li ser dagirkirina hemû Başûr, Mûsil û Kerkûkê ye.
Dagirker bi vê yekê hewl dide çanda me tune bike û ger em hişyar nebin, emê hemû bibin qurbaniyên dagirkeriya dewleta Tirk.”
Nivîskar Simko Sabir: Êrişên dewleta Tirk bi alîkariya destê navxweyî tên kirin
Her wisa nivîskar û çalakvanê jenosîdê Simko Sabir jî anî ziman ku ji ber êrişan gund vala dibin û zeviyên wan wêran dibin û got:
“Mixabin ev êriş jî bi destên navxweyî de tên kirin.
Niha jî destê navxweyî, destê dijmin digre û dikişîne cihên ku heta niha negihiştiye.
Bêgûman ev hevkarî pir metirsîdare û armanca wê wêrankirina Kurdistanê ye.”
Simko Sabir di dawiyê de bang kir û got:
“Divê li her derê êrişên dagirekeriyê bên şermezarkirin û xwe ji her alî de rêxistin bikin.



