Balafirên şer ên Îsraîlê îro danê sibê êrîşek esmanî birin ser bajarokê Kefer Kila yê li başûrê Lubnanê.
Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Libnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê îro danê sibê êrîşî bajarokê Kafr Kila yê li başûrê welêt kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA), hêzên Îsraîlê danê sibehê derdora bajarokên Ramiye, Beyt Leif û El-Kûza li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Balafirên keşfê yên Îsraîlê şeva borî û îro danê sibê li esmanê gundên rojava û navenda başûrê Lubnanê geriyan.
Lubnan ji ber pevçûnên Îsraîlê û Hizbullahê ji 8’ê Cotmehê ve veguheriye qada şer.



