Şerê di navbera Îsraîl û Lûbanê de gerim bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşan de navendên tenduristiyê û ambulans jî bûne hedef.
Di encama êrişên Israîlê li ser Lûbanê 558 kes hatin kuştin ku 50 jê zarok, 94 jê jî jin in.
Her wiha li piraniya welat perwerdehî li dibistan û zanîngehan hate rawestandin.
Bîlançoya êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku li Lubnanê pêk anî hat eşkerekirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên roja Duşemê û vir ve di encama êrîşan de 558 kes hatin kuştin ku 50 jê zarok, 94 jê jî jin in.
Hat diyarkirin ku di bombebaranê de hezar û 835 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî da zanîn ku roja Duşemê hezar û 600 hedefên Hîzbullahê hatin xistin.
Ji ber êrîşan bi hezaran Lubnanî berê xwe dan Beyrûtê
Ji ber êrîşan bi hezaran Lubnanî bi wesayîtên xwe ji başûr berê xwe dan paytext Beyrûtê.
Trafîka li ser rêyan rawestiya.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşan de navendên tenduristiyê û ambulans jî bûne hedef.
Her wiha li piraniya welat perwerdehî li dibistan û zanîngehan hate rawestandin.
Ji bo kesên berê xwe dane bakurê Lubnanê xebatên bicîhkirina wan hatin destpêkirin.
Banga Netanyahu ji Lubnaniyan re: Ji heremê derkevin
Di vê derbarê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku ev tenê “destpêk” e.
Netanyahu hişyarî da kesên ku li herêma sînor dijîn ku malên xwe biterikînin.
Netanyahu xîtabî sivîlên Libnanî kir û got:
“Vê hişyariyê ciddî bigirin. Ji kerema xwe êdî bê zirar derkevin. Dema operasyona me qediya, hûn ê karibin bi ewlehî vegerin malên xwe.”
Artêşa Îsraîlê: Ger pêwîst bike em ji bo operasyona bejahî amade ne
Ji aliyê din ve berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ku di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ji bo Hîzbullahê ji sînorê Îsraîlê derxin wê “her tiştê pêwîst” bikin.
Daniel Hagarî diyar kir ku heke pêwîst bike Îsraîl ji bo operasyona bejahî amade ye.
Beyrût: Îsraîl “şerê îmhakirinê” dike
Her wiha hikûmeta Lubnanê jî Îsraîl bi “şerê îmhakirinê” tawanbar kir.
Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî diyar kir ku Îsraîl ji bo wêrankirina gund û herêmên bejahî yên Lubnanê “planeke wêranker” bi cih tîne û got:
“Em weke hikûmet hewl didin ku şerê nû yê Îsraîlê rawestînin û nehêlin ku ev şerê nû yê Îsraîlê têkeve warên nediyar.”
Serokwezîr Mikatî bal kişand ser wê yekê ku Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê tevbigerin.



