Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî di rûniştina bi sernavê “Rewşa Rojhilata Navîn” a li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî.
Necîb Mîkatî piştrast kir ku nexweşxaneyên Libnanê bi birîndarên sivîl tije ne, di nav de bi dehan jin û zarok hene.
Li vir em dikarin bêjin gelo di şer de bi rastî kesên sivîl nabin qurban.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî di rûniştina bi sernavê “Rewşa Rojhilata Navîn” a li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî.
Necîp Mîkatî êrîşên Îsraîlê yên ku li Lubnanê bûne sedema mirina bi sedan kesî nirxand.
Serokwezîr Mikatî got:
“Êrîşkar îddîa dike ku wan tenê şervan û çekan kirine hedef.
Lê ez ji we re piştrast dikim ku nexweşxaneyên Libnanê bi birîndarên sivîl tije ne, di nav de bi dehan jin û zarok hene.”
Mîkatî bûyerên li Lubnanê bi geşedanên “bêmînak” bi nav kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên Îsraîlê li dijî gelê Lubnanê.
Mîkatî got:
“Îsraîl bi şandina balafirên şer û balafirên bêmirov ber bi esmanê me ve, serweriya me binpê dike.
Îsraîl sivîlên me dikuje, di nav de ciwan, jin û zarok hene, mal wêran dike û malbatan neçar dike ku ji şert û mercên giran ên mirovî birevin.”
Necîb Mîkatî bang li endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û got:
“Bi zexta li ser Îsraîlê li hemû eniyan demildest agirbest bê avakirin.”
Guterres ji bo geşedanên Lubnanê gotina ‘Mîna Dojehê ye’ bi kar anî
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi navê “Rewşa Rojhilata Navîn” de geşedanên li Lubnanê nirxand.
Antonio Guterres hişyarî da ku nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dibe ku Lubnanê bibe “dojehê”.
Guterres di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Deriyên dojehê li Lubnanê vedibin.
Çawa ku min duh di Civata Giştî de gotibû, divê em hemû ji ber vê yekê bi fikar bin.”
Guterres amaje bi pêwîstiya rêzgirtina li serweriya Lubnanê kir û anî ziman ku ew piştgiriya hemû hewlên bihêzkirina Hêzên Çekdar ên Lubnanê dikin.
Antonio Guterres da zanîn ku ji meha Cotmehê û vir ve li Lubnanê nêzî 200 hezar û li bakurê Îsraîlê jî zêdeyî 60 hezar kes ji ber nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de neçar mane malên xwe biterikînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li aliyan kir ku demildest dawî li şer û pevçûnan bînin û got:
“Gelê Lubnanê, Îsraîl û gelên cîhanê nikarin bihêlin ku Lubnan bibe Xezayekê din.”



