Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê de li gund û bajarokên başûrê Lubnanê 18 kes mirin û 183 kes jî birîndar bûn.
Di heman demê de artêşa Îsraîlê li dijî herêma Baalbek El-Hurmul a li rojhilatê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî.
Di van êrîşan de 12 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê doh danê sibê li ser heremên cuda yên Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn.
Di van êrîşan de 81 kes hatin kuştin û 403 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê hurgiliyên êrîşê de agahî parve kir.
Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê de li gund û bajarokên başûrê Lubnanê 18 kes mirin û 183 kes jî birîndar bûn.
Lubnan: Di êrîşa Îsraîlê yên roja Çarşemê de 81 kes mirin
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gund û bajarokên girêdayî herêma Nebatiyê ya ku digihêje heta sînorê Îsraîlê hatin bombebarankirin.
Di bombebarana rojekî ya li Nebatiyê de 20 kes mirin û 88 kes jî birîndar bûn.
Di heman demê de artêşa Îsraîlê li dijî herêma Baalbek el-Hurmul a li rojhilatê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî.
Ji destpêka êrîşa Lubnanê ve hejmara miriyan gihişt 650 kesan
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî herêma Baalbek El-Hurmul a li herêma Rojhilatê, tevahiya rojê dewam kir û hat diyarkirin ku di van êrîşan de 12 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li bakurê paytext Beyrûtê û herêmên Cebela Lubnanê de 22 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras el-Ebyad di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di nava rojê de 51 kes mirin û 223 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 23’ê Îlonê û vir ve di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 650 kes mirine.
Di êrîşa li herêma Bekayê de 9 kes mirin
Li aliyê din di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajarokê Yunin a parêzgeha Baalbek El-Hurmulê êrîşa hewayî pêk anîn.
Di nûçeyê de derbarê êrîşa hewayî de kuştî an birîndar hene an na, agahî nehat dayîn.
Di nûçeyên di medyaya herêmî ya Libnanê de hat ragihandin ku di êrîşê de maleke li ser rêya bajarokê Yunînê hatiye hedefgirtin û malek hatiye rûxandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li gor tesbîtên destpêkê di êrîşa li ser bajarokê Yunînê de 9 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebatên rakirina kavilan didomin û dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.



