Dewleta tirk 23’ê Cotmehê dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi êrîşekî berfireh kir.
Bi riya balafirên şer, topbaran û balafirên bê mirov navendên xizetmguzarya gel û binesaziya herêmê kir armanc.
Fermandariya Giştî ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya daxuyaniyekê bîlançoya giştî parve kir.
Gor Asayişê bajarên herêmê hezar û 168 caran rastî êrişan hat, di navde zarok bi giştî 18 kes şehîd û 68 kes birîndar bûn e.
Fermandariya Giştî ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk yên ji 23’ê Cotmehê ve weşand.
Destpêkê fermandariyê diyar kir ku Firin, stasyonên avê, santralên kehrebê û nexweşxane jî di nav de tevahiya navendên xizmetguzarya gel bun armanca êrişan.
Asayişê anî ziman ku yek ji cihên sereke ku bû hedefa dagirkeriya Tirk xalên kontrolê ên hêzên wan bûn û ev tişt got:
Di van êrîşên hovane de dewleta Tirk a qirker, zarok jî di nav de bi dehan welatî şehîd kirin û hejmarekî zêde ya welatiyan birîndar bûn.
Her Weha da zanîn ku armanca sereke ya van êrîşan tekbirina aramî û ewlehiya heremê ye û weha domand:
Wek her carê vîna berxwedêr a gelên heremê êrîşên bi armanca qirkirinê pûç kirin.
Fermandariya Giştî ya Asayişê dawiyê tekez kir ku ji bo parastina nirx, xak û gelê herêmê ew ê her tim di nava tevgerê de bin û erkên xwe bi cih bînin.
Gorî Fermandariya Giştî ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrişan weha ye.
Kantona Şehba 309 caran rastî êrişan hat, di encamê de 6 şehîd û 14 birîndar bûn.
Kantona Şehba
Keşif: 3
Topbaran: 306
Gîştî: 309
6 şehîd
14 birîndar
Kantona Minbicê 213 caran rastî êrişan hat, ji ber êrişan zarokek şehîd bû, navde zarok 6 kes birîndar bûn.
Kantona Minbic
- Keşif: 3
- Topbaran: 210
- Gîştî: 213
- Zarokek şehîd
- 6 birîndar
Kantona Cizîrê 406 caran rastî êrişên dijwar hat, di encamê de 9 kes şehîd û 36 kes birîndar bûn.
Kantona Cizîrê
- Keşif : 103
- Balafirên şer : 13
- Topbaran: 281
- 9 şehîd
- 36 birîndar
Kantona Firatê 249 caran rastî êrişan hat, di encamê de 2 kes şehîd û 14 kes birîndar bûn.
Kantona Firatê
- Keşif: 20
- Balafirên şer: 2
- Topbaran: 227
- 2 şehîd
- 14 birîndar
Bi giştî hezar û 168 caran herêma bakur û rojhilatê Sûriyê rastî bombebaran û topbaranê hat.
Di encamê de zarok jî di nav de 18 kes şehîd bûn û 68 kes jî birîndar bûn.
Bîlançoya giştî ya êrişên ser Rojava:
- Bi keşfê: 129
- Balafirên şer: 15
- Topbaran: 1024
- 18 Şehîd
- 68 birîndar



