Li Sûriyê gelek dosya hene ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yekser bandorê lê dikin.
Ji wan dosyayan yek jî têkiliyên bi Şamê re ye.
Şîrovekarê siyasî Serkîş Ebû Zeyd û Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb têkildarî siyaseta Trump a li Rojhilata Navîn nirxandin kirin.
Şîrovekarê siyasî yê ji Lubnanê Serkîş Ebû Zeyd û Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb ê ji Misirê têkildarî serketina Donald Trump û dibêtiyên siyaseta wî ya li Rojhilata Navîn ji ANHAˈyê re axivîn.
“Têkiliyên bi Rûsyayê re dê bandorê li dosyayên li herêmê bike”
Ebû Zeyd li ser siyaseta Trump li hemberî şerên li cîhanê diyar kir ku dibe ku hinek guhertin û biryarên nû hebin û wiha got:
“Bo nimûne, têkildarî Ukraynayê hinek dibêjin dê çareserî ji vî şerî re hebe; ji ber ku têkiliyên Trump bi Rûsyayê re baş in û dibe ku pê re lihevkirinekê çêke.”
Ebû Zeyd di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser bandora peywendiyên DYA û Rûsya yên li ser Sûrî û wiha domand:
“Dibe ku Rûsya roleke sereke di dîtina çareseriya di navbera Washington û Şamê de bilîze.”
Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb ê ji Misirê jî destnîşan kir ku serketina Trump dê bandorê li dan û standinên li Rojhilata Navîn bike û got:
“Di astên ewlehî, enerjî, şer û koalîsyonên stratejîk de gelek dosya hene ku rêveberiya DYAˈyê eleqedar dikin. Ji ber vê yekê îhtîmal heye ku Trump bi tevkariya dewletên Ereban rewşê ji nû ve saz bike, rê li ber Îranê bigire û nehêle dewletên mezin destwerdanê li karên DYAˈyê yên li Rojhilata Navîn bikin.”
“Trump wê li gorî berjewendiyan nêzî dewletên Ereb bibe”
Li gorî El Dîb, Trump dê di meseleyên wekî rola Îran û wekîlên wê li herêmê, rewşên li Afrîkayê, dosyaya Lîbya, Sûriye, şerê li Sûdanê de û nakokiyên di navbera Somalî û Etiyopyayê de kar bike û got:
“Bawer dikim ku dê Trump gelekî cidî be.”
Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb di dawiyê de anî ziman ku têkiliyên Trump bi Rûyayê re mîna rêveberiya Demokratan aloz nabin û diyar kir ku wê têkiliyên Trump bi dewletên Ereban re di çarçoveya berjewendî û pêşxistina hêza leşkerî ya li Rojhilata Navîn de be.



