Sibê wê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo çekên kîmyewî li Sûriyê civînek arwerte li dar bixe.
Şevê din Wezareta Derve a Amerîkayê eşkere kir ku wê roja pênşemê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî der barê rewşa li Sûriyê civînek arwerte li dar bixin.
Wezaretê diyar kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dikare karê xwe li Sûriyê bike.
Wezaretê îşaret bi ewlehiya çekên Kîmyewî li Sûriyê kir û piştrast kir ku ew di berpirsiyariya Hikumeta veguhêz de ye.
Her wiha Wezareta Parastinê a Amerîkayê Bentagon hêvî kir ku çekên Kîmyewî li Sûriyê nekevin destê kesên ku wan çekan li dijî hêzên wan û sivîlan bi kar bînin.



