Li Avganistanê teqîn, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar

Li Avganîstanê di encama teqînekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî navgînên ragihandinê, teqîn li rojhilatê welêt rû da û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Di nava 24 saetên dawî de, di şerekî ku li herêma Qendûz li bakurê welêt rû dabû de jî, leşkerekî Emerîkî hatibû kuştin.

Tevgera Talibanê yekser ev yek girt ser xwe.

Ji aliyê xwe ve jî, Emerîka ragihand ku leşkerekî wan di şerê li Avganistanê de hat kuştin, lê navê wî eşkere nekir.

Di çarçoveya karê NATO ya perwerdeya hêzên Avganî de, nêzî 20 hezar leşkerên biyanî li Avganistanê hene, piraniya wan jî Emerîkî ne.

Lê di dema dawî de, serokê Emerîkayê Trump ragihandibû ku ew ê hejamra leşkerên xwe li wir kêm bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button