Koordînasyona Ragihandina Jinên Azad RAJIN’ê êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kir û anî ziman ku Nazim û Cîhan bûn deng û rengê heqîqetê, wan bi xebat û keda xwe rastî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ji raya giştî re eşeker kirin.
Koordînasyona Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) şehîdxistina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava şermezar kir.
RAJIN der barê her dû rojnamevan de daxuayniyek da û got:
“Li kêleka siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk bi salane li hemberî gelê Kurd dimeşîne, ev 14 sal e jî li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê êrişên bê navber pêk tîne.
Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriye de, dewleta Tirk bi riya DAIŞ’ê dixwest ku şoreşê têk bibe û gelê herêmê di komkujiyan re derbas bike.
Rejîma Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne ku li gorî xeta ji Heleb heta Musil û Kerkûkê, milkê Osmaniyan dibîne.
RAJIN destnîşan kir ku bi hilweşîna rejîma Baas re careke din dewleta Tirk li ser esasê dijminatiya Kurdan li Sûriyê bi çeteyên girêdayî xwe re şerekî mezin dimeşîne.
Dewleta Tirk ji bo xwe rojnamevaniya azad li her derê xeter dibîne û dike hedef, li Rojavayê Kurdistanê jî hewil dide dengê rojnamevanan qut bike. Destpêkê bi gefan, dema ku rojnamevanên ragihandina azad guh nadin vê yekê, vê carê jî bi îmhakirina fîzîkî yekser hedef digre; mînaka vê jî hevreyên me Gulistan, Hêro, Nûjiyan, Denîz, Dilîşan û Rizgar, îro jî hevrê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef girtin.
Di dewama daxuyaniya xwe de RAJIN got:
Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku hevkarê Dewleta Tirk DAIŞˈê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. Nazim û Cîhan, weke du rojnamegerên ciwan hîn di salên destpêkê yê şoreşa Rojava, ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dabûn Rojava, xwestin ku têkoşîn û berxwedaniya li Şoreşa Rojava ya li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji raya giştî re ragihînin.



