Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn û şehîd Nazim Daştan bi bîr anîn û ragihand ku çanda domdar a çapemeniya azad tu carî rê nade ku rastî di tarîtî û bêdengiyê de bimînin.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan de ku 19ˈê Kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, daxuyaniyeke nivîsîkî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em êrişa xedar a dagirkeriya Tirk a li ser rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi tundî şermezar dikin û soza xwe ya şopandina rêya heqîqetê nû dikin.
Em di şexsê rojnamevan Nazim û Cîhan de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîrtînin û bejna xwe li ber qehremaniya wan a vê serdema dîrokî ditewînin.
Hêzên ku ji rastî û heqîqetê ditirsin, hêzên ku kiryarên wan yên qirker hene û naxwazin ev rastî werin dîtin, nûçegihanan herdem bi awayekî plankirî hedef digirin.
Nûçegîhana Ajansa Hawarê Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan dema ku êrişa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî bendava Tişrînê û Qereqozaqê bi belge dikirin û berxwedaniya dîrokî ya şervanan radigihandin, hatin hedefgirtin û tevlî karwanên nemiran bûn.
Dewleta Tirk ji 27’ê Mijdarê heta roja îro bê navber êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Bi taybet jî ji 8’ê Kanûnê ve li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaniyeke dîrokî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJ’ê tê raberkirin.
Çapemeniya dewleta Tirk a ku para xwe ji pîvanên exlaqî yên rojnamevantî û weşangeriyê negirtiyê, di bin rêveberina Daîreya Şerê Taybet de êrişên dagirkeriyê weke ku mafdar e, ji raya giştî re radigihînin.
Kuştin, tecawûz, talan û îşkenceya ku li Sûriyeyê pêk tên, vedişêrin û hewl didin ku wiha raya giştî ya cîhanê bixapînin. Hewl didin îmaja çeteyên hov yên ser bi dewleta Tirk bidin guhertin.
Dewleta Tirk ji bo rûyê xwe rast aşkera nebe, rojnamevanên ku dengê rastiyê digihînin civakê dike armanc. Lê çanda domdar a çapemeniya azad tu car rê nade ku rastî di tarîtî û bêdengiyê de bimîne.
Li beramberî vê dezenformasyona qirêj, rojnamevanên weke Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dibin dengê rastiya gelê xwe.
Di şeran de armanckirina rojnamevanan li gorî mafên navneteweyî û pîvanên şer sûc e.
Divê ku li gor qanûnên navnetewî ku mafên rojnamevanan hatiye misogerkirin, dewleta Tirk ya faşîst were darizandin û were mehkûmkirin.
Li ser vê bingehê em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku bi erka xwe rabin.
Cîhan û Nazim pîşeya xwe ya rojnamevaniyê ji Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, li wir zordestî, tundî û komkujiyên hovane yên dewleta Tirk, bi wêne û dîmenan ji cîhanê re ragihandin.
Ji ber ku herdem li pey rastiyê bûn, hatin darizandin. Lê Cîhan û Nazim ji van êrişan qet netirsiyan, ji gele xwe re ragihandina rastiyan ne wek karekê, wek erkeke mirovî û welatperwerî girtin dest.
Ji bo ku rastiya şoreşa Rojava bi hemû aliyên wê ve ji cîhanê re vebêjin, berê xwe dane bakur-rojhilatê Sûriyê.
Di nava Şoreşê de hem di eniyên şer de, di derbarê qehremaniya şervanan, hem jî di nava pergala Rêveberiya Xweser de rêxistinbûna civakê, bi nûçeyên xwe bi cîhanê re parve kirin.
Kedkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan gelek caran li eniyên berxwedanê, li kêleka şervanan cihê xwe girtin. Çawa ku şervanên YPJ, YPG û QSD bi dilekî wêrek û qehremanî şer dikin û rê nadin dagirkeran, rojnamevan Cîhan û Nazim jî bi heman ruhê wêrek di eniyên berxwedanê de, bûne dengê şervanan azadiyê. Şerkirin ji bo heqîqet û azadiyê çiqas girîng be, ragihandina rastiyan jî xwedî heman girîngiyê ye.
Li ser vê bingehê jî Cîhan û Nazim herdem bûn dengê rastiya civaka xwe û şervanên dilsoz yên gelê berxwedêr. Sekna Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo tevahî xebatkar û kedkarên çapemeniya azad mînaka herî şênber û ber bi çav e.
Em wek Navenda Ragihandina YPJ’ê şehîd Cîhan û Nazim bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.
Di serî de ji malbatên wan yên hêja, ji tevahî kedakarên çapemeniya azad û ji gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em ê jî weke Navenda Ragihandina YPJ’ê li ser şopa xeta Dilovan Gever heta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan têkoşîna xwe ya bûyîna deng û rengê heqîqetê bi biryardariyeke bilind bidomînin.
Wê kamera û pênûsên me her dem rastiyê bi lêv bikin.”



