Li Amûdê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteweyên wê hatin şermezarkirin û berxwedana QSDˈê hat silavkirin. Ji bo yekitiyê jî bang li hêzên siyasî yên Kurd hat kirin.
Şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anîn ziman.
Şênî ji Qada Jina Azad kom bûn, bi hildana alên QSD û Rêveberiya Xweser, ala Sûriyeyê û bi vekirina pankartên “Em li dijî dagirkeriyê hevgirtî bin”, “Na ji dagirkeriyê re”, “QSD hêza me ye”, “Bijî biratiya gelan”, “Bijî yekitiya Kurd, Ereb û Suryan” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” dest bi meşê kir.
Di meşê de dirûşmên “Em hemû QSD ne” û “QSDˈê hêviya me ye” hatin berzkirin.
Meş li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Însiyatîfa Gel Mezher Şêxo axivî û hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir.
Mezher Şêxo got: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, divê yekitiya kurdî were avakirin da ku emm mafên xwe di Sûriyeya nû ya nenavnedî de mîsoger bikin.
Divê em bi rêya yekitiya partiyên siyasî yên Kurd destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.



