Şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya bersivandina seferberiya giştî de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye, tabûra şehîd Rojvan ava kir û tev li Hêzên Parastina Cewherî (HPC) bû.
Şêniya bi navê Fadiye Şêxo bi daxuyaniyekê got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, binesazî û şêniyên wê dike hedef.
Êrişên wî bi armanca koçberkirina pêkhateyên herêmê û gelê Kurd e.”
Her di daxuyaniyê de bang li şêniyan û ciwanan hate kirin ku li gorî pêvajoyê xwe birêxistin bikin û li hember êrişên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin.



