Li cîhanê bi zêdebûna germê re qeşa jî dihele.
Li gorî lêkolîneke navneteweyî, germahiya global di asta îro de bimîne jî ji sedî 40 ê qeşaya heyî dibe ku bihele.
21 zanyaran li deh welatan lêkolînek li ser mînakên qeşayê pêk anîn.
Li gorî vê, polîtîkayên avhewayê yên heyî cîhanê dixe nava rêyeke germahiyê ya ji 2.7 pileyî.
Bi vê yekê re zêdeyî ji sedî 75 yê kutleya qeşayê ya global wê bihele.
Germahiya global di asta armanca 1.5 pileyî ya Peymana Parîsê de bimîne jî bi qasî nîvê kutleya giştî ya qeşa (ji sedî 54) ê bê parastin.
Lêkolîner dibêjin biryarên ku îro werin dayîn wê aqûbeta sedan salî ya qeşayê diyar bike.
Her wiha diyar dikin, ku qeşa nîşaneya herî şênber a guherîna avhewayê ye û rewşeke gelekî metirsîdar heye ku ji tabloya li çiyê jî girantir e.
Li gorî lêkolînan, Alp ên Ewropayê, Rokies ên Rojavayê Kanadayê/Amerîkayê û Îzlanda bi germahiya ji 2 pileyî re dikare ji sedî 85 heta 90 ê kutleya qeşaya xwe winda bikin.
Skandînavya jî di vê astê de dibe ku bi temamî bê qeşa bimîne.
Qeşa li herêma Hindu Kuş-Himalaya dibe ku li gorî sala 2020’î ji sedî 75 ê kutleya xwe winda bikin; ev windahî jî dikare bandorê li çavkaniya avê ya 2 milyar mirovî bike.



