Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wê ji hefteya pêşiya me fatoreyên genim werin dayîn.
Li gor daxuyaniyê, wê ji 6 mehê ve Nivîsgeha Dirav û Dayînan fatoreyên cotkaran bidin wan.
Desteyê ji cotkaran xwest ku genimên xwe beriya 10’ê vê mehê radestî cihên diyarkirî bikin çimkî ev roja dawiyê ye.
Desteyê da zanîn ku heta niha bi qasî 275,000 ton genim li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye wergirtin.



