Li gundewarê parêzgeha Hemayê erebeyek sotemeniyê teqiya.
Tê de 3 kes mirin û 5 jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku erebeyek sotemeniyê li gundê Cibrîn yê li derdora Hemayê teqiya.
Çavdêriyê eşkere kir ku ji wan zarokek 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.
Li cihê teqînê jî çend mal ji ber xurtbûna wê hilweşiyan.
Hemwextî vê, li derdora bajaroka El-Fo’ia الفوعة a li parêzgeha Idlibê jî dengê teqînan hate bihîstin.
Lê heta dema amedekirina vê nûçeyê tu agahî li ser teqînê nehatin bidestxistin.



