Rêveberiya Tomarkirina Erebeyan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mekanîzmaya pêşxistina karê xwe civînek li dar xist.
Di wê civînê de çend biryar hatin dayîn.
Li gor wê, hinek erebeyên ku li Şamê ne hatine tomarkirin û derbasî herêmê bûne, rê tê dayîn li li herêma Rêveberiya Xweser werin tomarkirin.
Her wiha ji xwediyên Erebeyan hat xwestin ku ji bo tomarkirinê serdana nivîsgeha tomarkrinê bikin û tabloyên erebeyê û ruxseta wê bi xwe re bibin.
Tê zanîn ku 18’ê kanûna 2024’an Rêveberiya Xweser hemû bac û gumirkê di navbera herêma Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyê de rakir.
Nivîsgeha Tomarkirina Erebeyan bang li welatiyan dike ku ji bo rewşên diziyê gikliyên xwe li cem aliyên pêwendîdar bikin.
Her wekî got ku ji bo bersiv bi lez were dayîn, nivîsgehek bo giliyan hatiye vekirin.



