Li Bexdayê 3 jê Fransî, 4 endamên rêxistineke sivîl wenda ne

Rêxistina S.O.S Krîtan Doryan a Fransî ragihand, 3 jê Frensaî, 4 endamên wê ji roja Duşema borî ve li Bexdayê wenda ne.

Rêveberê giştî yê rêxistinê Benjamin Blanşard da xuyakirin ku ev kes li hawirdaora balyozxaneya Fransî ya li Bexdayê wenda bûne.

Blanşard diyar kir ku ti fidye nehatiye xwestin û ti aliyekî berpirsyariya revandina wan negirtiye ser xwe.

Rêxistina S.O.S Krîtan Doryan rêxistineke Katolîkî ya Fransî ye, ji sala 2014’an li Iraqê dixebite.

Back to top button