Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Reqayê ji bo başkirina kalîteya tovên genim û pembû, lêkolîn û ceribandinên berfireh pêk tîne.
Xebatkarên ku li ser ceribandinan dixebitin hêvî dikin ku navend sala bê, tovên pembû yên baş li cotkaran belav bikin.
Hikmet El Saadî ku yek ji rêveberên navendê û endezyarê çandiniyê ye diyar kir ku niha xebat ji bo başkirina zêdekirina çend cureyên tovên pembû tê kirin.
Hikmet El-Saadi ragihand ku armanca van ceribandinan destnîşankirina dema herî baş ji bo çandina pembû ye û hemû cerbandinê ku hatine kirin encamên baş bi dest xist.
Navend niha lêkolînên berfireh dike, ji bo ku cureyekî tovan peyda bike ku bêhtir xwe li ber nexweşiyan û rewşa avhewayê bigire.
Her wiha di lêkolînek berê de xebatkarên navendê 12 cureyên genimê nerm û genimê hişk peydakirin.
Ji xwe encam pir baş bûn ku her donimeke erd ji 600 heta 800 KG genim dide.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku armanc ji vê projeyê ew e ku tovên pembû û genim ên paqij ku xwe li hember kêzik û nexwşiyan bigirin, peyda bikin.



