Artêşa dewleta Tirk êrîşî gundê Um El-Kêf kir

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Kêf kirin da ku gund dagir bikin. Lê Hêzên Meclisa Suryan a Leşkerî û Hêzên Parastinê yên Xabûr êrîşa wan şkenandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya saetekê êrişî gundê Um El-Kêf kirin da ku gund dagir bikin.

Lê Hêzên Meclisa Suryan a Leşkerî û Hêzên Parastina Xabûr di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û hewldanên dagirkirinê şikandin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK
ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ GUNDÊ UM EL-XÊR KIR

Her wiha di saetên êvarê de artêşa dewleta Tirk êrişî gundê Um El-Xêr ê navçeya Til Temirê kir.

Di encama bersivdayîna hêzên meclisa leşkerî ya Sûryan de 3 çeteyên dewlet a tirk a dagirker hatibûn kuştin.

ŞERÊ DI NAVBERA ÇETEYAN DE
ÇETEYÊN LI SERÊ KANIYÊ BI HEV KETIN

Li aliyekî din çeteyên Ehrar El-Şam û El-Sultan Murad tevî El-Şerta li bajarê Serê Kaniyê bi hev ketin.

Çavkaniyan ragihandin ku şer di navbera komek çeteyan de û El-Şirta ya ku dagirkerî perwerde kiriye û şandiye bajarê Serêkaniyê jî rû da.

Back to top button