Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li dijî Şerîfe Mihemedî erê kir.
Parêzerê Şerîfe Mihemedî Emîr Reîsiyan da zanîn ku cezayê darvekirinê yê li dijî Şerîfe Mihemedî ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi temamî hatiye erêkirin.
Hate gotin ku dadgehê bêyî ku kêmahiyan li ber çavan bigire, cezayê darvekirinê erê kiriye.
Çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî (45) ji bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt dima. Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatibû girtin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirinê hatibû xirabkirin.
Lê careke din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê serokê Şaxa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reştê Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.



