Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ehmed Hesen El Elî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hat oxirkirin.
Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî ya şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîl axivî.
Mihemed di axaftina xwe de anî ziman ku bi saya şervanan ew li ber xwe didin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em li vî cihê pîroz kom bûne da ku lehengek ji lehengên ku canê xwe ji bo vê axê dane, oxir bikin.
Gelê me bi salan êş kişandiye, lê îro bi saya van lehengan li ber xwe didin.”
Mihemed Xelîl diyar kir ku dê ji bo azadî, rûmet û edaletê berdêlan bidin.
Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Hesekê jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Elî û hevalên wî yên li eniyên berxwedanê re xwest.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Şervanan cenazeyê hevalê xwe hilgirt û bi tilîliyên dayikan û dirûşman spart axê.



