Li Misrê keçeke biçûk di dema sinetkirinê de mir

Li Misrê zarokeke keç dema dihat sinnetkirin ji tirsa re, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Hewakte yê parêzgeha Esyût ya Misrê, zaroka bi navê Nide ya 14 salî di dema sinetkirinê de jiyana xwe ji dest da.

Zaroka 14 salî ji aliyê bijîşkek Jinekolog ve li nexweşxaneyê dihat sinetkirin.

Piştî bûyerê şêniyên gund nerazîbûn nîşan dan û li gel Rêxistina parastina zarokan gilî kirin.

Dadgeha Misrê jî fermana girtina bav û bijîşkê Nida, sinetkiriye da.

Her wiha Seroka Encûmena Niştîmanî ya Jinên Misrî Dr. Maya Mûrsî daxwaz kir ku cezayê herî giran li sucdaran were birîn.

Tevî ku di zagonên Misrê de sinetkirin hatiye qedexekirin, lê hîna zarokên keç tên sinetkirin.

Back to top button