Li Nepalê li dijî hikumetê xwepêşandan hate lidarxistin.
Polîsên li heremê gule li ser wan reşandin, 14 kes mirin û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûn.
Rojnameya Kathmandu Post ragihand ku polîsan li Katmanduyê mudaxeleyî xwepêşanderên dijî hikûmetê kirin.
Polîsan li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj û guleyên zindî bikar anîn û 14 kes kuştin.
Ji zêdetirî 70 birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan, tê ragihandin ku rewşa 14 kesan krîtîk e.
Her wiha hate teqez kirin ku piştî binpêkirinên qedexeya derketina derve artêş li Katmanduyê hatiye şandin.
Rayedaran piştî ku bûyer zêde bûn, li deverên sereke yên li dora parlamentoyê heta saet 10:00 êvarê bi dema herêmî qedexeya derketina derve ragihandin.



