Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê tevlî û piştgirî dan kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim”.
Xelkê diyar kirin ku serkeftina pêvajoya aştiyê bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ve girêdayî ye û gotin: “Azadiya Rêbertî çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê ye.”
Necla El Xidir destnîşan kir ku ew nikarin deynên keda Rêber Apo, bi taybetî rola wî ya mezin a di rizgarkirina jinan ji qeydên civakî de bidin û got:
“Tiştê em dikarin ji bo Rêbertî bikin ew e ku em daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.
Hindirîn Sadûn jî anî ziman ku serxistina pêvajoya aştiyê bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye û azadiya Rêbertî çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê ye.
Her wiha Elî El Ehmed jî diyar kir ku Rêber Apo kesayeteke mezin e, mezinbûna wî di fikir, ked û hewldanên wî, bi taybetî banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk de ye.



