Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de her diçe kurtir dibe.
Amerîka zextên siyasî li ser welatê Amerîkaya latîn dike ku Hêzên Îranê bixin lîsta terorê
Li aliyek din Wezîrên karê derve ya Îranê ji bo bernameya Nûkleerî wê serdana Amerîka bike.
Tehranê biryara Ekvadorê ya ku Sipaha Pastaran a Îranê wek rêxistinek Terorîst îlan kir, bi tUndî şermezar kir.
Îranê hişyarî da ku dibe ew biryar zirarê bide têkiliyên dualî yên herdû welatan.
Li gorî rojnameya Esharq El-Ewsat, Serfermandariya Giştî ya Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev biryar derveyî mentiq û neqanûnî ye.
Serfermandar diyar kir ku ev biriyara ekvatorê wekî bersiveke ji bo zextên siyasî yên Amerîka û Îsraîlê ye.
Serfermandarê giştî bang li hikûmeta Ekvadorê kir ku helwesta xwe ji nû ve binirxîne,
Her wiha Serfermandar gef li hikumeta Ekvatorê xwar û got:
“Tevlî siyasetên ku hiqûqa navdewletî û pîvanên mirovî binpê dikin de nebin, dibe ku hun rastî encamên siyasî û qanûnî yên nebaş werin.”
Heman demê Wezareta Derve ya Îranê jî ev biryar wekî tawanbarkirinek neheq bi nav kir.
Cîgira Wezîrê Derve û Rêvebira Karûbarên Amerîkî yên Îranê, Zehra Erşadi, diyar kir ku ev biryar li dijî norm û qanûnên navdewletî ye.
Zehra Erşadi got:
“Ev biryar xuya dike ku encama zexta derveyî ye ku li ser hikûmeta Ekvadorê hatiye kirin.”
Zehra Erşadi diyar kir ku ev biryar ne tenê dê bandorê li ser têkiliyên dualî yên bi Îranê re bike, di heman demê de dikare di têkiliyên navdewletî de jî bandorek neyînî biafirîne û hikûmeta Ekvadorê ji wê bûyerê berpirsiyare.
Erşadi destnîşan kir Sipahê Pasdaran saziyeke fermî û xwesere, rewatiya xwe jî ji destûra bingehîn a Îranê digire.
Cîgira Wezîrê Derve Zehra Erşadi, Amerîka bi wê yekê tawanbar kir ku Amerîka hin welatan neçar dike ku hêzên Îranê wekî rêxistineke terorîst bi nav bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê ji bo dan û stendinan diçe New Yorkê
Li aliyek din hat ragihandin ku wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ji bo hevdîtina bi rayedarên Almanya, Fransa û Brîtanyayê diçe New York a Amerîkayê.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim diyar kir, Eraqçî bi wezîrên derve yên sê welatên Ewropî û bi amadebûna Kaja Kallas, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî, wê li ser meseleya nûkleerî civînekî li New Yorkê li dar bixin.



