Vê dema dawiyê, şerekî gotinan di navber Israîl û Tirkiyê de rû dide.
Herî dawiyê Dozgeriya Tirkiyê biryara girtina Natenyahu da.
Israîl jî dibêje ku tu rastiya dozgeriya Tirkiyê tune ye, çimkî hemû dijberên Erdogan davêje zindann.
Lê şerê rast ji bo Xezayê ye.
TIrkiyê dixwaze rolê bilîze, Israîl jî rê li ber wê digire.
Pêleke din a dijberiya gotinan di navbera Israîl û Tirkiyê de dest pê kiriye.
Piştî ku Dozgeriya Tirkiyê biryara girtina Serokwezîrê Israîlê Natenyahu da, vê gavê bersivên tund ên derheqê azadiya mafên mirovan ji hêla Israîlê derdikevin.
Israîl: Dozgeriya Tirkiyê hemû dijberên rdogan digire
Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Gedion Saar bersiv da Tirkiyê û got “Israîl idiayên propagandayê yên zordar Erdogan red dike”
Tirkiye vê biryara xwe bi êrişa Israîlê ya li dijî Nexweşxaneya “Hevaltiya Tirk û Filestînê” ve girê dide, lê Israîl wê wekî baregeha Hemasê pênase dike.
Wezîrê Israîlê dibêje ku “ji ber ku dijberiya Erdogan kir Dozgeriya Tirkiyê herî dawiyê biryara Serokê Şaredariya Stenbolê da “.
Berî van daxuyaniyan jî, nîşaneya dijberiyê di navbera herdu aliyan de xwe daye der.
Tirkiye dixwaze rolê li Xezayê bilîze û Israîl qebûl nake
Nexasim ku Tirkiyê hewl dide cihê xwe di nava “Hêza Aramiyê ya Navdewletî” de bigire ku li gor Plana Trump dê rola aştiyê bilîze.
Lê belê Israîl beşdariya Enqerê red dike û destûra beşdariya wê nade.
Lewra, ev rikberiya wan ji Xezayê mezintir dibe û derbasî qonaxa serweriya Rojhilata Navîn dibe, nexasim ku Amerîka li gor daxwaza Israîlê dimeşe ku ew jî dibîne Tirkiyê pir nêzîkî Hemasê ye.



