Şaredariya Gel a bajarokê Sifeya civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Nêrînên we ji bo me girîng e û siberoja bajêr berpirsiyariya me ya hevpar e” li dar xist.
Şaredariya Gel a bajarokê Sifeya yê girêdayî bajarê Hesekê, îro civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Nêrînên we ji bo me girîng e, û siberoja bajêr berpirsiyariya me ya hevpar e” li dar xist. Hevserok û endamên şaredariyê, serokên komînan û nûnerên partiyên siyasî tev li civînê bûn. Civîn li hola komîna Şehîd Mihemed El Zobaa a li navenda bajêr hat lidarxistin.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre hevşaredarê Sifeya Omer El Zobaa, axivî û bi berferehî behsa xebatên şaredariyê yê di sala 2025`an de hatine pêkanîn, nirxand.
El Zobaa her wiha hin pêşniyarên ji bo pêşxistina xebatên şaredariyê wek peydakirina piştgiriya darayî ya lezgîn ji bo temamkirina projeyan, peydakirina wesayit û alavan û xurtkirina hevkariyê bi sazî û rêxistinên ku piştgiriyê didin pêşxistina binesaziya tora kanalîzasyonê û başkirina xizmetguzariyên giştî li bajêr vegotin.
Ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Feran Daûd jî, li ser rewşa siyasî ya giştî ya li Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku “Tekane hêza ku bi dilsozî ji bo doza gelê Sûriyeyê şer kir, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn. Lê hikûmeta veguhêz guh nade berjewendiyên gelê Sûriyeyê, ev yek di komkujiyên ku pêk anîn de bi awayekî zelal hate eşkerekirin.”
Civîn bi guhdarîkirina nêrîn û pêşniyarên beşdaran li ser awayên başkirina xebatên şaredariyê bi dawî bû.



