Pişî şopandina rewşa firneyan a gundewarên li rojhilat ên Dêrazorê ji bo bidawîkirina zehmetiyên ji zêdetirî 6 salan ve, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê dest bi amadekariya vekirina 2 firneyên navendî li bajarên Firat û Hecînê kir.
Gaveke wiha ji ber tunebûna firneyên giştî û bihabûna nan li firneyên taybet, her wiha pabendnebûna firneyan bi pîvanên diyarkirî, gelekî girîng bû.
Bi dawiya qonaxa yekê re, hemû amûr û kel û pelên firneyan hatin wergirtin.
Endamê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya bajarê Hecînê Muxlif El Kerhût diyar kr ku ev firneyên nû dê rêjeya nêzî ji sedî 75’ê pêdiviyên şêniyên her bajarekî peyda bike.
Muxlif El Kerhût got: “Di dema pêş de em ê firneyeke sêyemîn li devereke din a rojhilatê Dêrazorê amade bikin.”
Şênî ji van gavan bi hêvî ne ku zehmetiyên wan ên bi salan bi dawî bibin û diyar kir ku xebitandina firneyên navendî dê barê wan sivik bike.



